ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Nûnerên Îsraîl û Lubnanê wê li Washingtonê bicivin
Di çarçoveya lêgerîna ji bo asayîkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îsraîl û Lubnanê de, nûnerên her du welatan wê roja Pêncşemê di asta balyozan de wê li Washingtonê tûra duyemîn a hevdîtinan pêk bînin. -
Di şerê Rojhilata Navîn de rewşa dawî
Yekîtiya Ewropayê banga xwe ya ji bo çareseriya dîplomatîk a di şerê herêmê de dubare dike; di heman demê de nezelaliya li ser xeta Îran–DYA’yê û rageşiya li Tengava Hurmizê bandorê li bazarên cîhanê dike. -
Deriyê sînor ê Rebîa yê di navbera Iraq-Sûriyeyê de hat vekirin
Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, îro deriyê sînor ê Rebîa yê di navbera Iraq û Sûriyeyê de vekir. -
Qonaxa danûstandinên Libnan û Îsraîlê: Armanc bi dawîkirina dagirkeriya li başûr e
Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun, ragihand ku armanca danûstandinên rasterast ên bi Îsraîlê re, bidawîkirina şer û dagirkeriya li başûrê Libnanê ye. -
Gelo Îran wê tevlî danûstandinên li Îslamabadê bibe?
Rayedarên Îranî diyar kirin ku wan hîn biryar nedane ku tevlî hevdîtinên aştiyê yên nû yên li Îslamabadê bibin yan na. -
Beriya ku agirbest biqede, alî zextê zêde dikin
Beriya ku agirbest biqede, rageşiya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê car din zêde bû. Fiyatên petrolê zêde bûn, alî gef û hemleyên xwe yên beramber zêde dikin. -
Îranê 2 girtî darve kir
Rejîma Îranê girtiyên siyasî Mûhammed Mesûm Şahî û Hamed Walîdî darve kir. -
DYE'yê êriş bir ser keştiya bi ala Îranê, Îranê soza bersivdanê da
DYE'yê li Derya Ûmmanê gule berda keştiyekê ku got, ya Îranê ye. Tehranê jî ragihand ku agirbest hatiye binpêkirin û gefa bersivdanê xwar. -
Parlamenterê Îranî: Pêvajoya muzakereyê ji xeynî xapandinê ne tiştekî din e
Mahmûd Nabavianê parlamenterê Îranî ku beşdarî hevdîtinên Waşîngton-Tehranê bûbû, diyar kir ku ev pêvajo "xapandin" e û got, Dijmin amadehiya operasyoneke nû ya leşkerî dike. Nabavian destnîşan kir ku heke êrişek pêk bê, dê bi tundî bersiv bidin. -
Çarçoveya Kordînasyonê ji bo diyarkirina serokwezîr sibê dicive
Di demekê de ku tê payîn di civîna sibê ya Çarçoveya Kordînasyonê de li Iraqê namzedê serokwezîriyê zelal bibe, Partiya Dewa ya Iraqê ragihand ku namzedê wan ê tenê Nûrî Malîkî ye. -
Trump careke din gef li Îranê xwar: Ger lihevkirinek nebe em ê binesaziya Îranê birûxînin
Serokê Amerîkayê diyar kir ku şandeyek welatî wê, ji bo jinûve danûstandinên têkildarî bidawîkirina şerê bi Îranê re sibe biçe Pakistanê. Trump diyar kir ku ger lihevkirineke çênebe wê binesaxiya Îranê birûxînin -
Li Îranê mal û milkên 63 kesan hatin desteserkirin
Navenda Medyaya Dadwerî ragihand ku mal û milkên 63 kesan hatiye tesbîtkirin, dest danîne ser û hesabên wan ên bankayê cemidandine. -
Li Lubnanê leşkerekî Îsraîlê mir, 9 jî birîndar bûn
Li başûrê Lubnanê di encama teqîna mayinê de leşkerekî Îsraîlê mir, 9 kes birîndar bûn. -
Îranê Tengava Hurmuzê jinûve girt
Îranê li hemberî dorpêça DYE'yê ya li ser bendergehên wê, kontrola li ser Tengava Hurmuzê jinûve şidand. Biryar çend roj beriya bidawîbûna dema agirbestê hate dayin. -
Îran beşek ji geştên hewayî vekir
Îranê, ragihand ku ew beşek ji geştên qada hewayî ji bo veguhestinê vekirine. -
Îran: Em parêzvanên Tengava Hurmuzê ne
Tehranê ragihand ku di pêvajoya agirbestê de trafîka keştiyan dê di bin kordînasyona wan de berdewam bike. -
Îsraîlê tevî agirbestê jî bi balafirên bêmirov êrîş kir
Rayedarên parastina sivîl ya li Başûrê Lubnanê ragihandin ku Îsraîlê motorsîkletekê hedef girt û di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da. -
Trump îdia kir ku Îran êdî tu carî Tengava Hurmuzê nagire
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan bi Îranê re li ser negirtina Tengava Hurmuzê li hev kiriye. Trump destnîşan kir ku ev lihevkirin ne girêdayî agirbesta li Libnanê ye. -
Tengava Hurmuzê ji bo keştiyên bazirganî vebû
Îranê ragihand ku piştî agirbesta li Libnanê destûr ji bo derbasbûnê hatiye dayîn, û bihayê petrolê ji sedî 10 daket. -
Li Lubnanê binpêkirina agirbestê, Fransayê nerazîbûn nîşanî ‘liv û tevgera leşkerî’ da
Artêşa Lubnanê û Hîzbûllahê Îsraîl sûcdar kirin ku çend saet piştî agirbestê, êrîş domandin. Li hemberî agirbesta lewaz, Antonio Guterres bang li hemû aliyan kir ku li gorî peymana agirbestê tevbigerin. -
Li Parîsê civîna bilind a 'Hurmuz'ê
Lîderên li Parîsê bi pêşengiya Fransayê li hev dicivin, wê ji bo ewlehiya ger û geşta li Tengava Hurmuzê pêk bînin li ser mîsyoneke navneteweyî ya bêyî DYE'yê nîqaş bikin. Tê plankirin ku ev hewldan bi bidawîbûna şer bikeve dewrê. -
Ji Hizbullahê şertê agirbestê
Çavkaniyek nêzîkî Hizbullahê diyar kir ku agirbest divê "azadiya tevgera bêsînor" li Lubnanê nede hêzên Îsraîlê û anî ziman ku heta dagirkerî hebe wê mafê wan ê berxwedanê berdewam bike. -
Ramanwerê Sûrî Adonis ji bo Rêber Apo daxwaza "Mafê Hêviyê" kir
Ramanwer û helbestkarê Sûrî Adonis, ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xwest ku zagona “Mafê Hêviyê” pêk were. -
Îsraîl û Libnanê li ser agirbesteke 10 rojî li hev kirin
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Libnanê de li ser agirbesteke 10 rojî ya ku wê bi dema herêmî demjimêr 17.00’an de dest pê bike li hev hatine. -
Li Tengava Hurmizê 14 keştî hatin vegerandin
Artêşa DYA’yê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê hatiye berfirehkirin. Rêveberiya Washingtonê diyar kir ku ji roja duşemê ve midaxeleyî keştiyên ku diçin benderên Îranê yan jî jê derdikevin tê kirin.